مستخدم:Helbist
rezgar kobane
Hebû tune bû. Pîrikek û roviyek hebû. Pîrê her roj bizina xwe didot, şîr datanî sivderê û diçû mala ciranan. Heta vedigeriya, dihat dinihêrî ku şîr tune ye. Careke din bizina xwe dot, şîr danî ciyê her roj, rahişt şonik û xwe li pişt derî veşart. Hew nihêrî ku roviyekî hat kete sivderê, devê xwe kire dîzikê, şîr tev çelpand û wê derketa biçûya. Pîrê şonik dawşandê. Şonik lê ket û dûvika rêvî ji kokê ve firand. Rovî bi zorê xwe xelas kir. Reviya çû nava hevalên xwe. Roviyên din tevan dest bi qerfan kirin, keniyan û gotin: - Rovîko, mûviko, kanî dûviko ? Rovî ji neçarî rabû çû ber derê pîrê ; û ji xwe re got: ‘An wê min bikuje yan jî wê dûvika min bide.’ Pîrê jî dûvika rovî bi nexş û rengan, bi morî û mircanan xemilandibû, li sivderê daliqandibû. Rovî li ber pîrê sekinî û got: - Pîrê, pîrê dûvika min bide. Herim, herim… Pîrê got: - Here şîrê min bîne… Rovî çû cem bizinê got: - Bizinê, bizinê şîr bide